Li Nablusê ciwanekî di êrîşa îşxalkeran de şehîd bû

Hêzên sîyonîstên îşxalker êrîşê başûrê Nablusê kirin, di êrîşê de ciwanekî şehîd kirin.
Midûrê Navendî ya Ambûlans û Acîla Nablusê Amîd Ahmed, diyar kir ku li bajaroka Beytayê ciwanekî 29 salî di êrîşa sîyonîstan de giran birîndar bû û ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Wezareta Tenduristîyê, rast kir ku ciwanekî bi navê Ala Ahdîr (29), ji ber guleyên îşxalkeran de şehîd bû.
Çapemenîya mehellî destnîşan kir ku rejima îşxalker bi hêzên xwe êrîşî bajaroka Beytayê kirin û li herêmê pevçûn derket. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 495an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 366 kesan.
Rêjîma sîyonîst hemû navçeyên Sûrîyeyê ji Şam, Hemayê, Laziqiyê û Derayê kire hedef; Zêdetirî 20 êrîşên hewayî pêk hatin. Hat ragihandin ku êrîş di sala 2025an de herî dijwar bûn.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (UNOCHA) diyar kir ku stokên xwarinê li Xezzeyê ji ber ku rejîma îşxalker di du mehên dawî de ketina hemî alîkariyên mirovî û amûrên tenduristîyê asteng kiriye bi piranî xilas bûne û gihîştina avê ne mimkin bûye.
Tevgera Berxwedana li Yemenê Ensarullah, daxuyand ku ew li Heyfayê “hedefekî jîyanî” ya sîyonîstê dijmin bi fuzeyên balîstîkî hedef girtin.