Li Nîjeryayê qezaya keştiyê: Herî kêm 47 kes mirin
Li wîlayeta Sokoto ya bakurê rojavayê Nîjeryayê, di encama binavbûna keştîyekê de li çem herî kêm 47 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ji rayedar û niştecihên herêmî hatine bidestxistin, qeza li bajarokê Gorau yê li herêma Goronyo qewimî, dema ku qeyikek ku zêdetirî 80 kes tê de bûn û diçûn zevîyên çandiniyê, di çem de noqî avê bû.
Abdulkadîr Yûsif, Serokê Desteya Rêyên Avê yên Hundir a Neteweyî ya Nîjeryayê li wîlayeta Sokoto, ragihand ku hejmara qurbaniyên qezayê heta niha gihîştiye 47an.
Garba diyar kir ku di demsala baranê de, gelek jin û zarokên li herêmê rêya çem bikar tînin da ku di zeviyên çandiniyê de bixebitin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî, li Somalîyê nêzîkî 6 milyon kes, ku nêzîkî sêyeka nifûsa welat pêk tînin, ji ber ziwabûn, pevçûnên çekdarî û kêmbûna alîkariya navneteweyî bi kêmasiya xwarinê ya giran re rû bi rû ne.
Li peravên Girava Hachijo ya Japonyayê erdhejeke bi şîdeta 5.5 pileyî çêbû û lerz li Tokyoyê jî hatin hîskirin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan got ku di demekê de ku Îran di rewşek bihêz de ye û cîhan serkeftina wê nas dike çêtir e ku şer niha bi dawî bibe.