Li Misrê otobusek qeza kir: Herî kêm 21 kes mirin
Roja Çarşemê li ser rêya Dahab-Nuweybaa li herêma Sînaya Başûr a Misrê, di qezaya otobusê de herî kêm 21 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Misrê ragihand ku di qezayê de herî kêm 21 kes mirine.
Wezareta Karên Derve ya Urdunê her wiha diyar kir ku di otobusê de gelek welatiyên Urdunî hebûn û li gorî raporên destpêkê, hinek Urdunî canê xwe ji dest dane û hinek jî birîndar bûne.
Herêma ku li perava Behra Sor e, cihekî geştiyariyê yê pir populer e.
Meha borî, li parêzgeha Îsmaîliya ya Misrê di qezayek trafîkê de 15 kes mirin û 32 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên hêzên îşxalker ên li ser beşên bakur û navîn ên Xezzeyê de, 2 Filistînî hatin kuştin.
Serokkomarê Qibrisê Tufan Erhurman ragihand ku kavilên keştiya rêwîyan a ku li peravên Girne bin av bûbû hatine dîtin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.
Li herêma Kohestek a navçeya Sirik a li parêzgeha Hurmuzgan a Îranê, di êrîşeke Amerîkî ya li ser cihekî dawetê de, zêdetirî 15 zarokan birîndar bûn. Hejmara qurbaniyên êrîşê gihîştiye 5 kesan û tê ragihandin ku tev de 68 kes jî birîndar bûne.