Li Misrê otobûs û qamyon li hev qelibîn: 12 kes mirin
Li Misrê, di pevçûna otobûs û qamyonekê de 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya çolê ya rojavayê Qahîre-Assiutê dema ku otobûsek aîdî şîrketek taybet li qamyonekê qelibî qewimî.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Tenduristiyê ya Misrê, di pevçûna otobûs û qamyonekê de li ser rêya sereke 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyê, bi tevahî 28 ambûlans bo cihê bûyerê hatine şandin û birîndar jî bo nexweşxaneyek li parêzgeha Gîzayê ya nêzîk hatine veguhastin.
Sedema qezayê tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îşxalkerên sîyonîst bi du tankan ketine nav herêma Til El Hawa li gundewarê bakurê Quneytreyê li Sûrîyê.
Wezîrê Şer ê Serokê Emrîkayê Trump, Pete Hegseth, serdana axên Filistînî yên îşxalkirî kir û bi Netanyahu re hevdîtinek veşartî pêk anî.
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku balafireke bêpîlot (UAV) a MQ-9 a Amerîkî ku li ser Tengava Hurmuzê difiriya, ji aliyê pergalên parastina hewayî yên Sipaha Pasdaran ve hatiye xistin.