Li Lîbyayê êrîşên ÎHAyan: Tankên petrolê û santral hatin hedefgirtin
Ji ber êrîşên ÎHAyê yên li dijî tesîsên petrolê ya li bajara Zeavîye ya Lîbyayê şewatek mezin derket.
Roja Duşemê li Zavîye ya peravê Behra Spî êrîşên ÎHAyan pêk hatin, roja Sêşemê santrala ceryanê ya bajêr û tesîsa petrolê hatin hedefgirtin.
Sazîya Petrola Netewî ya Lîbyayê (NOC), daxuyand ku di êrîşan de yek tankên depoya sotemenîyê ya tesîsê hedef girt û di encamê de şewat derket. Hat îfadekirin şewata ku derketîye bi zorê hatîye kontrolkirin.
Derheqê candayînan de hêj tu daxuyanîyek nehat dayîn, NOCê diyar kir ku tanka ku di nav de 4,5 milyon lître sotemenî hebûye piştî êrîşê hilweşîyaye û li temamê tesîsê “rewşa lezîn a zêde” hatîye îlankirin.
Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst Mizgefta Îbrahîmî li El Xelîlê, li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, bi hinceta cejnên Cihûyan ji bo misilman û mêvanan girt. Îşxalkerên ku ji bo vekirina wê ji bo niştecihan li dora mizgeftê tedbîrên ewlehiyê yên giran girtin, her wiha li El Xelîlê û derdora wê êrîşî malên Filistîniyan kirin.
Parlamentoya Lubnanê, pêşnûmeqanûna ku cezaya îdamê radike bi piranîya dengdayînê qebûl kir. Dema ku ev biryar bikeve merîyetê ew ê Lubnan bibe welatê ewil a ku li Rojhilata Navîn bi fermî cezaya îdamê radike.
Koreya Bakur, li dijî peravên behrê ya ku Emrîka û Koreya Başûr tetbîqata leşkerî pêk dianîtin fuzeyeke balîstîkî avêt. Artêşa Koreya Başûr îfade kir ku fuze ji 700 kîlometreyî zêdetir bûye û li dûrê Japonyayê ketîye xwarê.