Li Kenyayê avahiyek hilweşiya: 6 mirin
Ji ber hilweşîna avahiyek li paytext Nairobiyê, herî kêm 6 kes mirin.
Bûyer, li Nairobiyê, li ser rêya girêdana SGR Syokimau, qewimî. Dema ku beşek ji avahiyê ji ber têkçûna pergala qalibê di dema xebata rijandina betonê li qata nehan de hilweşiya.
Rayedaran diyar kirin ku avahî di dema avakirinê de hilweşiyaye.
Şahidan gotin ku di operasyonên destpêkê yên îro sibehê de sê cenaze hatine derxistin, û sê cenazeyên din, ku hemî mêrên temennavîn bûn, ji nav kavilan hatine derxistin.
Serokê Polêsê Herêma Nairobiyê Issa Mohamud got ku hejmara rastîn a karkerên ku di dema hilweşînê de li cihê bûyerê bûn hîn nehatiye destnîşankirin.
Karbidestan gotin ku di bûyerê de şeş kes mirine û pêncên din jî hatine rizgarkirin û rakirine nexweşxaneyên li herêmê.
Hefteya borî, avahiyek 18 qatî ya li herêma Eastleigh a Nairobiyê ku di bin çêkirinê de bû hilweşiya û 8 kes mirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Efxenistan û Rûsyayê li ser hevkariya aborî ya bi qîmeta 103 milyon dolarî peymanek îmze kirin.
Li bakurê Pakistanê mînîbûseke rêwîyan kete nav çem, di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest dan.
Pasdaranên Îranê, daxuyand ku ew ji ber êrîşa ku li dijî navçeya Sîrîkê hat lidarxistin radara hişyarîya zû ya aîdê Emrîkayê ya li Bahreynê hedef girtin.