Di navbera Efxenistanê û Rûsyayê de hevkarîya aborî
Efxenistan û Rûsyayê li ser hevkariya aborî ya bi qîmeta 103 milyon dolarî peymanek îmze kirin.
Li gorî gotina alîkarê berdevkê hikûmeta Efxenistanê Hamdullah Fitrat, hikûmeta Efxenistanê û Rûsyayê ji bo xurtkirina têkiliyên bazirganî û aborî yên dualî, Peymanek Têgihîştinê li ser hevkariya aborî ya bi qîmeta 103 milyon dolarî îmze kirine.
Rayedar di postekê de li ser platforma medyaya civakî ya X diyar kir ku peymana têgihîştinê bi amadebûna Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Alexey Overchuk û Alîkarê Serokwezîrê Efxenistanê yê ji bo Karûbarên Aborî Mela Ebdulxenî Birader hatiye îmzekirin.
Serokê Odeya Bazirganî û Veberhênanê ya Efxenistanê Seyyîd Kerîm Haşimî got, "Odeya Bazirganî û Veberhênanê ya Efxenistanê amade ye ku roleke çalak û avaker di xurtkirina têkiliyên di navbera karsazên her du welatan de, hêsankirina hevkariyê û diyalogê û lêkolîna derfetên bazirganiyê de bilîze."
Di heman demê de, nûnerên Rûsî diyar kirin ku Moskow amade ye ku bazirganiyê berfireh bike, hevkariya çandiniyê xurt bike û di projeyên pîşesaziyê yên Efxenistanê de veberhênanê bike.
Serokê Konseya Hevkariyê ya bi Efxenistanê re li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rûsyayê Dmitry Antonov got, "Me dest bi hevdîtinan bi karsazên Efxenî re kiriye. Ez bawer dikim ku îro yek ji serdanên herî girîng ên karsazên Rûsî bo Efxenistanê ye. Her wiha şandeyeke mezin ji rayedarên hikûmetê, serokên wezaretan û nûnerên saziyên Rûsyayê bi me re ne."
Heyetek bi serokatiya Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Alexey Overchuk roja Pêncşemê gihîşt Kabîlê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber hilweşîna avahiyek li paytext Nairobiyê, herî kêm 6 kes mirin.
Li bakurê Pakistanê mînîbûseke rêwîyan kete nav çem, di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest dan.
Pasdaranên Îranê, daxuyand ku ew ji ber êrîşa ku li dijî navçeya Sîrîkê hat lidarxistin radara hişyarîya zû ya aîdê Emrîkayê ya li Bahreynê hedef girtin.