Li Hîndistanê li perestgehekê pevçûn: 7 mirin, gelek kes birîndar bûn
Li wîlayeta Bihar a Hîndistanê li perestgehekê qerebalixiyek çêbû. Hat ragihandin ku di bûyerê de heft kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Asian News International (ANI), li wîlayeta Biharê li perestgehekê ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn qerebalixiyek çêbû.
Di encamê de gelek kes birîndar bûn û ekîbên hawarçûnê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin.
Hikûmeta wîlayetê ragihand ku di bûyerê de 7 kes mirine.
Mirovên birîndar ji bo dermankirinê ji nexweşxaneyên derdorê re hatin birin.
Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku piştî bûyerê li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin.
Nirxandinên destpêkê yên sedema qerebalixiyê nîşan didin ku stûnek elektrîkê, ku tê texmînkirin ku li nêzî perestgehê ketiye, dibe ku di nav îbadetkaran de bûye sedema panîkê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî anketeke hevbeş a Reuters û Ipsosê, rêjeya pejirandina Serokê Emrîkayê Donald Trump daketiye ji sedî 33ê, di heman demê de ji sedî 80ê Emrîkiyan bawer dikin ku şerê bi Îranê re ew ê dirêj bibe.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê ragihand ku hejmara Filistîniyên ku di êrîşên îşxalkeran de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve şehîd bûne gihîştiye 73 hezar û 400î û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 312an.
Hat ragihandin ku balafirên şer ên rejîma sîyonîst çar êrîşên asmanî li ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhur li gundewarê Îdlibê yê bakurê rojavayê Sûrîyeyê kirin. Êrîşan li ser rêya firînê ya balafirgehê bûn armanc; ti qurbanî nehatine ragihandin, lê zirarên maddî çêbûne.