Rejîma sîyonîstî êrîşî balafirgeha leşkerî ya li Îdlibê ya Sûrîyeyê kir
Hat ragihandin ku balafirên şer ên rejîma sîyonîst çar êrîşên asmanî li ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhur li gundewarê Îdlibê yê bakurê rojavayê Sûrîyeyê kirin. Êrîşan li ser rêya firînê ya balafirgehê bûn armanc; ti qurbanî nehatine ragihandin, lê zirarên maddî çêbûne.
Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhur, ku li devera gundewarî ya rojhilatê bajara Îdlibê li bakurê rojavayê Sûrîyeyê ye, sibeha 18ê Tebaxê rastî çar êrîşên asmanî hat.
Li gorî çavkaniyên sûrî û herêmî, êrîşan rêgehên firîna balafirgehê kirine hedef. Her çend di êrîşan de ziyana maddî çêbûbe jî, heta niha derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatiye dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Bihar a Hîndistanê li perestgehekê qerebalixiyek çêbû. Hat ragihandin ku di bûyerê de heft kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî li Stenbolê bi Balyozê Emrîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Emrîkayê yê ji bo Sûrîye û Îraqê Thomas Barrack re civiya.
Çapemenîya rejîma sîyonîst îddîa kir ku artêş ji bo şerekî mezin ê muhtemel li Lubnanê amadekariyan dike ku dikare çend rojan bidome.