Li Hîndistanê balafireke leşkerî ket xwarê: 5 leşker mirin
Balafireke veguhastinê ya leşkerî ya AN-32 a Hêzên Hewayî li wîlayeta Assamê ya Hindistanê ket xwarê, di encamê de 5 leşker mirin.
Bûyer, li nêzîkî baregeheke hewayî ya li herêma Jorhatê qewimî.
Balafir dema ku li Baregeha Hewayî ya Jorhat dadiket ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn ket xwarê.
Piştî ketina balafirê li herêmê agir derket û ekîbên acîl ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin.
Hat ragihandin ku ekîban agir vemirandine û li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatine girtin.
Li gorî agahiyan, qeza di nav sînorên baregehê de qewimî ye, û lêkolîn dê li ser sedema bûyerê were destpêkirin.
Hêza Hewayî ya Hindistanê piştrast kir ku her pênc leşkerên di balafirê de mirine. Tê zanîn ku balafirên AN-32 ji bo veguhastina personel û lojîstîkê bi awayekî çalak têne bikar anîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serleşker Abdullahî tekez kir ku helwesta bi biryar a gelê Îranê piştgiriyek herî xurt ji bo hêzên çekdar e.
Hîzbullahê ragihand ku wan hewldana êrîşeke bejayî ya rejîma sîyonîst li başûrê Lubnanê têk biriye û di pevçûnan de gelek tankên Merkawa û wesayîteke leşkerî jî hatine îmhakirin.
Wezareta Karên Hundir a Sûrîyeyê ragihand ku li herêma Seydnaya ya gundewarê Şamê goreke komî ya sala 2014an hatiye dîtin. Tê bawerkirin ku di gorê de termên kesên ku di şerê herêma Qelemûnê de mirine hene.