Serkeftina cepheya berxwedanê ew ê li seranserê cîhanê deng vede
Serleşker Abdullahî tekez kir ku helwesta bi biryar a gelê Îranê piştgiriyek herî xurt ji bo hêzên çekdar e.
Di peyamekê de ku bi minasebeta salvegera yekem a şehadeta Serheng Xulamalî Reşîd û kurê wî Emîn Abbas Reşîd hatiye weşandin, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xetem el-Enbiya yê Serheng General Elî Abdullahî daxuyaniyên girîng dane. Abdullahî şehîd Reşîd wekî stratejîstekî bêhempa yê ku doktrîna parastina welat şekil daye wesifand.
Abdulahî diyar kir ku dijminan bawer dikir ku ew dikarin bi hedefgirtina fermandarên Îranî îradeya parastina welat ji bo xwe qels bikin, lê ev plan bi ser neketin. Wî her wiha got ku şehîdan zanîn û mîrateyek stratejîk a berfireh li pey xwe hiştine, û tekez kir ku Hêzên Çekdar ên Îranê bi karanîna şiyanên xwecihî bûne sembola hêza astengkirinê li ser sînorên bejahî, hewayî û deryayî.
Abdullahî di peyama xwe de girîngiya yekîtî û hevgirtina civakî li cepheya navxweyî tekez kir û got, "Gelê Îranê, wekî her car, îro li meydanan e û pişta herî xurt a hêzên çekdar e. Bi alîkariya îlahî, cîhan dê di demek nêzîk de dengvedana serkeftina Îran û gelê Îranê û serkeftina berxwedanê li dijî dijminên êrîşkar û terorîst bibihîze." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Balafireke veguhastinê ya leşkerî ya AN-32 a Hêzên Hewayî li wîlayeta Assamê ya Hindistanê ket xwarê, di encamê de 5 leşker mirin.
Hîzbullahê ragihand ku wan hewldana êrîşeke bejayî ya rejîma sîyonîst li başûrê Lubnanê têk biriye û di pevçûnan de gelek tankên Merkawa û wesayîteke leşkerî jî hatine îmhakirin.
Wezareta Karên Hundir a Sûrîyeyê ragihand ku li herêma Seydnaya ya gundewarê Şamê goreke komî ya sala 2014an hatiye dîtin. Tê bawerkirin ku di gorê de termên kesên ku di şerê herêma Qelemûnê de mirine hene.