Li Girava Qeşmê pênc teqîn: Tê gotin ku Emrîkayê êrîş kiriye
Li Girava Qeşm a li Tengava Hurmuzê li pey hev pênc teqîn çêbûn. Medyaya Îranî ragihand ku hinek niştecihên giravê du balafir li ezman dîtine, di heman demê de Wall Street Journal a Amerîkî, bi îddîaya rayedarên Amerîkî, diyar kir ku girav rastî êrîşa hewayî hatiye.
Dengê teqînên li Girava Qeşm a li başûrê Îranê, li ber deriyê Tengava Hurmuzê, bala xelkê dîsa kişand ser çalakiyên leşkerî yên li herêmê.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, pênc teqîn li pey hev li ser giravê hatine bihîstin. Bi şîddeta teqînan nîşan dide ku dibe ku hinek deverên di nav giravê de hatibin hedefgirtin.
Hinek niştecihên giravê ragihandin ku di dema teqînan de du balafir li ezman dîtine. Lêbelê, di derbarê nasnameya balafirê de ti agahî nehat parvekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên Filistînî di êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst de ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, gihîştiye 74 hezar û 615 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 899 kesan. Di 48 saetên dawî de 6 Filistînî şehîd bûn û 27 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Çîyayê Everest a Nepalê, du helîkopterên ku dixwestin dakevin, li hev ketin û di encamê de kesek mir û yek jî birîndar bû.
Rejîma îşxalker piştî ku di serdegirtina bajarokê Dura yê El Xelîlê de 21 Filistînî girtin, serbest berdan. Di heman demê de, li gundê El-Burcê, xaniyek ku 15 kes, piraniya wan zarok bûn, bi zorê hate valakirin û veguherî baregeheke leşkerî.