Li El Xelîlê 21 Filistînî hatin desetserkirin û malên 3 malbatan hatin talankirin
Rejîma îşxalker piştî ku di serdegirtina bajarokê Dura yê El Xelîlê de 21 Filistînî girtin, serbest berdan. Di heman demê de, li gundê El-Burcê, xaniyek ku 15 kes, piraniya wan zarok bûn, bi zorê hate valakirin û veguherî baregeheke leşkerî.
Di serdegirtinên li El Xelîl de, 21 Filistînî hatin desteserkirin, di nav wan de rojnamevan Montaser Nassar û Iyad Rayan El-Şarewneh, sekreterê tevgera Fetihê yê herêma başûrê El Xelîlê. Di heman rojê de, li gundê El-Burcê xaniyek ku sê malbat lê dijîn hat desteserkirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, rejîma îşxalker li bajarokê Dura yê li başûrê rojavayê El Xelîlê gelek malan girt. Îîşxalkeran li malan lêgerîn kirin, zirar dan milkê û 21 Filistînî birin cihekî nediyar. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên Filistînî di êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst de ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, gihîştiye 74 hezar û 615 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 899 kesan. Di 48 saetên dawî de 6 Filistînî şehîd bûn û 27 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Çîyayê Everest a Nepalê, du helîkopterên ku dixwestin dakevin, li hev ketin û di encamê de kesek mir û yek jî birîndar bû.
Li Girava Qeşm a li Tengava Hurmuzê li pey hev pênc teqîn çêbûn. Medyaya Îranî ragihand ku hinek niştecihên giravê du balafir li ezman dîtine, di heman demê de Wall Street Journal a Amerîkî, bi îddîaya rayedarên Amerîkî, diyar kir ku girav rastî êrîşa hewayî hatiye.