Li Fransayê ji bo xwepêşandanên "Êlegên Bi Zer" tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatine girtin
Piştî tundûtûjî û talankirina ku di xwepêşandanên 17ê Cotmehê yên " Êlegên Bi Zer" de li Fransayê qewimîn, tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin. Tevî qedexekirina xwepêşandanan jî, 70.000 polês û cenderme ew ê ji bo xwepêşandanên ku tê texmînkirin di 24ê Cotmehê de pêk werin werin belavkirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Laurent Nunez ragihand ku hêzên ewlehiyê dê ji bo parastina aramiya giştî seferber bibin.
Nunez diyar kir ku parêzgarî ew ê piştî tundûtûjiya hefteya borî xwepêşandanan ji nêz ve bişopînin û 70.000 polês û cendirme, her wiha helîkopter û dron wê wekî beşek ji tedbîrên ewlehiyê werin şandin.
Walîtiya Gard xwepêşandanên ku ji bo li bajarên Nîmes û Ales hatine plankirin qedexe kir. Walîtiyê her wiha ji bo kesên di bin 18 salî de di navbera saet 10:00 û 05:00 de qedexeya derketina derve ragihand.
Hikûmeta Fransayê ji bo pêşîgirtina li şewbên nû yên gengaz biryar dabû ku li hinek deveran, di nav de Parîs, Lille, Lyon, Nice û Marsîlya, qedexeya derketina derve ya qismî ferz bike.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî ragihandibû ku di rojên pêş de hemû çalakiyên li derveyî sendîkayan dê werin qedexekirin.
Tevgera " Êlegên Bi Zer", ku xwendekar jî di nav de ne, di 17ê Cotmehê de li dijî lêçûnên bilind ên jiyanê û fîyetên bilind ên sotemeniyê li seranserê welat xwepêşandan li dar xistin.
Di xwepêşandanan de nêzîkî 2700 kes hatin binçavkirin, her wiha zêdetirî 1000 polês, cendirme û îtfaîye birîndar bûn.
Di bûyerên tundûtîjî de nêzîkî 3.000 kargeh zirar dîtin an jî talan bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam Ebû Ubeyde, baskê leşkerî yê tevgera berxwedana Îslamî Hamas, çalakiya çekdarî ya li El Xelîlê Şerîaya Rojava pîroz kir û bang li Filistîniyan kir ku li dijî dagirkeriyê întîfadayê bidin destpêkirin.
Erdhejeke bi pileya 7.2 li peravên Vanuatu, welatekî giravî li Başûrê Pasîfîkê, hejand. Derbarê qurbanî, zirar an jî metirsiya tsûnamiyê de hîn ti agahî nehatiye piştrastkirin.
Li wîlayeta Belûcistanê ya Pakistanê, di encama lihevketina mînîbusekê û otobusekê de 12 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.