Li Emrîkayê êrîşa çekdarî: 1 kuştî, 11 birîndar!
Li Teksasa Emrîkayê di êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.
Şaredara Midlandê Lori Blong derbarê bûyerê de got, "Heta niha em dizanin ku 11 kes birîndar bûne. Bi kêmanî kesek jî li cihê bûyerê miriye."
Li gorî Daîreya Polêsan a Midlandê, polêsan dengê çekan ji avahiyek li 4600 West Wall Street bihîstin û "zû tevgeriyan da ku deverê ewle bikin û vala bikin".
Serokê polêsan Greg Snow diyar kir, "Hewldan berdewam dikin da ku dorpêça bi êrîşkarê çekdar bi ewlehî bi dawî bikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Hundir a Sûrîyeyê ragihand ku li herêma Seydnaya ya gundewarê Şamê goreke komî ya sala 2014an hatiye dîtin. Tê bawerkirin ku di gorê de termên kesên ku di şerê herêma Qelemûnê de mirine hene.
Li bajarokên Dura û Îzna yên El Xelîlê, bi sedan Filistînî li ser erdên ku îşxalkerên sîyonîst û çeteyên Cihû hewl didin dest deynin ser wan nimêj kirin û tekez kirin ku ew axa xwe diparêzin.
Fermandariya Navendî ya Emrîkayê ragihand ku Îranê bi armanca hedefgirtina keştîyên bazirganî yên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn, bêmirovên êrîşkar avêtine û hemî dronan hatine bêtesîrkirin.
Pakistanê hişyarî da ku her hewldanek ji teref Hindistanê ve ji bo sînordarkirina herikîna avê di bin Peymana Ava Îndusê de wê îstîqrara herêmî bixe talûkeyê û bibe kiryarek bi encamên pir cîddî.