Emrîka: Balafirên bêmirov ên Îranê hatin xistin
Fermandariya Navendî ya Emrîkayê ragihand ku Îranê bi armanca hedefgirtina keştîyên bazirganî yên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn, bêmirovên êrîşkar avêtine û hemî dronan hatine bêtesîrkirin.
Fermandariya Navendî ya Emrîkayê (CENTCOM) îddîa kir ku Îranê hewl daye ku bi dronan êrîşî keştîyên bazirganî yên ku li Tengava Hurmuzê diçûn bike.
Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin ku di saetên dawî de gelek balafirên bêmirov ên êrîşkar ên yekalî yên ku ji hêla Îranê ve hatine avêtin ji hêla hêzên Amerîkî ve hatine xistin. Di daxuyaniyê de her wiha hat tekez kirin ku korîdora bazirganiya navneteweyî li Tengava Hurmuzê vekirî dimîne û trafîka keştîyan bi awayekî normal berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajarokên Dura û Îzna yên El Xelîlê, bi sedan Filistînî li ser erdên ku îşxalkerên sîyonîst û çeteyên Cihû hewl didin dest deynin ser wan nimêj kirin û tekez kirin ku ew axa xwe diparêzin.
Pakistanê hişyarî da ku her hewldanek ji teref Hindistanê ve ji bo sînordarkirina herikîna avê di bin Peymana Ava Îndusê de wê îstîqrara herêmî bixe talûkeyê û bibe kiryarek bi encamên pir cîddî.
Li Teksasa Emrîkayê di êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.