Li Efxenisanê tankera sotemenîyê teqîya: 5 kes mirin, 35 kes birîndar bûn

Li Kabîla paytexta Efxenistanê, di teqîna tankereke sotemeniyê de 5 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Li Kabîlê, paytexta Efxenistanê, di tankereke sotemeniyê de teqînek çêbû.
Dejan Panic, Dîrektorê Efxenistanê yê rêxistina civaka sivîl EMERGENCY, ragihand ku di teqînê de 5 kes mirine û 35 kes jî birîndar bûne.
Panic diyar kir ku 40 kes, ku pênc ji wan mirine, anîne Navenda Emeliyata Lezgîn a li Kabîlê û got, "Me dest bi wergirtina ambulansên tijî birîndaran kir û me hîn bû ku çend kîlometre dûrî nexweşxaneya me teqîn hene. Heta niha 40 kes, ku jin û zarok jî di nav de ne, anîne. Deh kes di rewşek krîtîk de ne. Mixabin, pênc kes dema ku ew anîne nexweşxaneyê jixwe miribûn. Hejmara mirî û birîndaran hîn ne diyar e." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê diyar kir ku ew nekarîne bigihîjin cenazeyên êsîrên di bin tunel û avahiyên ku ji ber bombebaranê wêran bûne de asê mane, û pêvajoya radestkirinê ji ber ku hêzên îşxalker destûr nedane alavên rizgarkirinê bikevin Xezzeyê asteng bûye.
Hat ragihandin ku pere, çek û wesayîtên ku ji teref îşxalkerê sîyonîst ve ji bo çeteyên ku piştgirîya wan dike da ku li Xezzeyê li dijî HAMASê bikar bînin hatine desteserkirin, ji hêla HAMASê ve hatine bidestxistin.
Artêşa îşxalker careke din agirbest îxlal kir û neh êrîşên esmanî li ser bajarokên başûr û rojhilatê Lubnanê pêk anî.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî Muhammed el-Hindî, diyar kir ku komên berxwedanê yên Filistînî ew ê tu carî bêçekbûnê qebûl nekin û îddîayên ku dibêjin peymana agirbestê bendên veşartî dihewîne red kir.