Li Çînê teqîn: Kesekî canê xwe ji dest da, 21 kes birîndar bûn

Di teqînekê de li taxeke niştecihbûnê ya li bakurê Çînê kesek mir, du kes winda bûn û 21 kes jî birîndar bûn.
Teqîn li Taxa Beiying a Wîlayeta Xiaodian a Taiyuan, paytexta Wîlayeta Shanxi, qewimî.
Rayedarên herêmî ragihandin ku di teqînekê de li komplekseke xaniyan kesek canê ji dest daye û du kes jî winda ne.
21 kes hîn jî li nexweşxaneyê têne dermankirin. Şeş ji wan bi giranî û 15 jî bi sivikî birîndar in.
Ji ber hêza teqînê, her wiha zirar gihîşt avahî û wesayîtên li derdorê.
Şewata ji ber teqînê derketiye hatiye vemirandin.
Lêkolîna li ser sedema teqînê berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku agirê daristanan ê ku li herêma çiyayî ya Qudsa îşxalkirî derketiye hêna jî nehatiye kontrolkirin.
Komeke sîyonîstên îşxalker, di bin parastina polêsên îşxalker de ketin nav hewşa Mesîcîdî Eqsayê.
Hat îfadekirin ku Pakistanê ji balafirên ji tîpa Rafaleyên aîdê Hîndistanê ku li herêma Keşmîra Pakistanê difirîyan re bersivê da.
Rejima îşxalker a sîyonîst tehdîd kir ku heger çalakîyên çekdar ên ku li dijî Durizîyan têne kirin berdewam bikin wê êrîşî axên Sûrîyeyê bikin.