Kuweyt: Hinek leşkerên me birîndar bûn
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk û dronan êrîşî armancên leşkerî yên Amerîkî li Behrêyn û Kuweytê kirine, wekî tolhildanek li hember êrîşên Amerîkî li ser binesaziya sivîl li Îranê. Kuweytê piştrast kir ku hinek leşkerên wê di êrîşan de birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku navenda hedefgirtina bi hêza AI-ê ku Washingtonê ji bo destnîşankirina hedefên êrîşê bikar dianî jî ji hêla mûşekên balîstîk û bi dehan balafirên bêmirov ve hatiye xistin.
Îranê hişyarî da ku eger Emrîka berdewam bike li ser hedefgirtina binesaziya sivîl a li Îranê, wê şîrketên li herêmê yên bi hevkariyên Amerîkî re jî bibin hedef, û tekez kir ku welatên ku baregehên Amerîkî lê hene dê wekî hevkarên "tawanên şer" ên Washingtonê werin hesibandin.
Karbidestekî Kuweytî îddîa kir ku Îranê binesaziyên sivîl ên girîng ên wekî santralên elektrîkê û tesîsên paqijkirina avê jî hedef girtiye, û destnîşan kir ku hinek tesîs agir girtine û deverên cûda ji ber ketina şarapnelê di dema destwerdanên sîstema parastina hewayî de zirara maddî dîtine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê ragihand ku keştîyek ku li Tengava Hurmuzê diçû hedef girtiye.
Rejîma îşxalker ragihand ku komek îşxalker ji herêma Mecdel Şems a li Bilindahiyên Golanê yên îşxalkirî derbasî axa Sûrîyeyê bûne û yên li nêzî sînor hatine girtin jî vegerandine.
Di dema ku êrîşên Emrîkayê yên li ser Îranê ketin roja heftemîn de, Pentagonê ragihand ku di pevçûnên dawî de 13 leşkerên Amerîkî birîndar bûne. Wek tolhildanek li hember êrîşên Emrîkayê yên li ser binesaziyê, Îranê li dijî hedefên leşkerî yên Amerîkî li Qeter, Kuweyt, Behrêyn, Urdun, Erebistana Siûdî û Sûrîyeyê dest bi operasyonan kir.