Ji Tehranê peyameke zelal: Herb ew ê belav bibe, baregehên Emrîkayê jî di hedefê de ne

Îranê, di pêvajoya tolhildanê de ket nav merhaleyekî nû. Çavkanîyên leşkerî yên Îranê, daxuyandin ku ew ê di rojên pêş de ne tenê axên îşxalkirî bikin hedefên xwe, ew ê baregehên herêmê yên Emrîkayê jî hedef bigrin.
Rayedarekî payebilind ê leşkerî yê Îranê ku ji ajansa nûçeya fermî ya Îranê re axivî, bal kişand ku operasyonên tolhildanê yên li dijî rejima sîyonîst hêna di destpêkê de ye.
Li gorî çavkanîyê ew ê di rojên pêş de herb berfirehtir bibe û axên ku di bin îşxalê de ne û baregehên herêmê yên Emrîkayê jî bibin hedef.
Rayedarê leşkerî, “Mutecawîzan ew ê bedelên giran bidin. Ew ê bersiva me tund û fireh be. Wisa be ku ew ê dijmin dema ku her gavekî bavêje ew ê poşmanîyê bide bîra xwe.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kinshasa, paytexta Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK), di lehî û hezaza erdê de ku ji ber barana zêde çêbû, 29 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 400î, hejmarê birîndaran jî gihaşt 128 hezar û 923 kesan.
Rejima îşxalker, li dijî herêmên cuda yên başûrê Libnanê êrîşan pêk anît.
Rejima sîyonîst, li Kirmaşanê Nexweşxaneya Farabîyê hedef girt. Di êrîşê de hat desntîşankirin ku nexweşxane zerarê dîtiye û mirovên ku birîndar bûne hene.