Ji bo rêberê şehîd ê Şoreşa Îslamî li Îranê şîna fermî hat ragihandin
Bi biryara Lijneya Wezîran, ji bo Rêberê Şehîd ê Şoreşa Îslamî, Ayetullah Seyyîd Alî Xameneî, li seranserê welat şîna fermî hatiye ragihandin.
Ji ber merasîmên ku ew ê li Tehran û Meşhedê werin lidarxistin, hinek roj wê wekî betlaneyên fermî werin qebûlkirin.
Berdevka Hikûmeta Îranê Fatima Muhaceranî piştî civîna kabîneyê ragihand ku ji bo Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî yê şehîd Ayetullah Seyid Alî Xameneî, şîna neteweyî hatiye ragihandin. Li gorî biryarê, ji ber merasîmên cenaze û veşartinê di hinek rojan de ew ê betlaneyên fermî werin lidarxistin.
Li gorî biryarê, roja Sêşemê 7ê Tîrmehê li Tehranê ew ê bibe betlaneya fermî ji bo vegerandina welatiyên ku beşdarî merasîma cenazeyê Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyid Alî Xameneî bûne. Her wiha, ji ber merasîma veşartinê ya li Meşhedê, roja Pêncşemê 9ê Tîrmehê dê bibe rojek şînê ya neteweyî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rûsyayê di şevekê de bi mûşek û dronan êrîşeke mezin li paytexta Ukraynayê li dijî Kîevê kir. Hat ragihandin ku di êrîşê de 30 kes mirine.
Li başûrê rojavayê Pakistanê di qezayeke otobusê de 40 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Western Cape ya Komarîya Efrîqaya Başûr otobûseke rêwîyan qulipî, di encama qezayê de 16 kesan canê xwe ji dest dan, 35 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed El-Şeybanî, di serdana xwe ya ji bo Lubnanê de diyar kir ku rayedarên Sûrîyeyê ti nerazîbûnek li hember hevdîtinên di navbera nûnerên Şamê û nûnerên tevgera Hîzbullaha Lubnanê de nîşan nedane.