Ji ber Peymana Ava Indusê di navbera Pakistan û Hindistanê de rageşiya
Pakistanê hişyarî da ku her hewldanek ji teref Hindistanê ve ji bo sînordarkirina herikîna avê di bin Peymana Ava Îndusê de wê îstîqrara herêmî bixe talûkeyê û bibe kiryarek bi encamên pir cîddî.
Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê Tahir Huseyîn Andrabî diyar kir ku her hewldanek ji bo sînordarkirina herikîna avê di bin Peymana Ava Îndusê de ew ê "kiryarek pir bêberpirsiyar" be û tehdîdê li aştiyê li Başûrê Asyayê û derveyî wê bixwe.
Andrabî diyar kir ku maf û berjewendiyên Pakistanê yên derbarê çavkaniyên avê de ne vekirî ne ji bo nîqaşê û got, "Em ê bi hemû tedbîrên dîplomatîk, qanûnî, sîyasî, aborî û yên din ên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de li gorî Peymana NY bi biryardarî van mafan biparêzin."
Andrabi hişyarî da ku her hewldanek ji bo "birîna bi zanebûn a ava girîng" ji bo Pakistanê dê "wek çalakiyek bi encamên pir cîddî û dûr-dirêj were hesibandin".
Wezîrê Avê yê Hindistanê CR Patil diyar kir ku Hindistan dixebite da ku di salên pêş de "dilopek av" neherike Pakistanê.
Li gorî "Peymana Ava Îndusê" ya ku di sala 1960an de hatiye îmzekirin, Hindistan xwediyê mafê bikaranîna ava çemên Sutlej, Beas û Ravi ye, lê Pakistan jî heman maf di derbarê çemên Îndus, Chelum û Chenabê de heye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajarokên Dura û Îzna yên El Xelîlê, bi sedan Filistînî li ser erdên ku îşxalkerên sîyonîst û çeteyên Cihû hewl didin dest deynin ser wan nimêj kirin û tekez kirin ku ew axa xwe diparêzin.
Fermandariya Navendî ya Emrîkayê ragihand ku Îranê bi armanca hedefgirtina keştîyên bazirganî yên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn, bêmirovên êrîşkar avêtine û hemî dronan hatine bêtesîrkirin.
Li Teksasa Emrîkayê di êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.