Ji agirbestê vir ve tenê 986 qamyonên alîkariyê gihîştine Xezzeyê

Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku ji agirbesta di navbera Hamas û rejîma îşxalker de di 10ê Cotmehê de tenê 986 qamyonên alîkarîya mirovî derbasî Xezzeyê bûne, ev hejmar jî li gorî hejmara di peymana agirbestê de hatibû destnîşankirin pir kêmtir e.
Hikûmeta Xezzeyê derbarê mîqdara alîkariya mirovî ya ku piştî peymana agirbestê ya di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de di ku 10ê Cotmeha 2025an de hatibû îmzekirin gihîştiye Xezzeyê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyek nivîskî de ku ji aliyê ofîsa medyayê ya hikûmetê ve hatiye weşandin, hat diyarkirin ku alîkariyên piştî agirbestê gihîştine Xezzeyê ku du sal in ji teref rejîma îşxalker ve di bin dorpêçkirin û bombebarana giran de ye, alîkariyên pir kêm in.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji dema destpêkirina agirbestê ve, 14 ji wan bi silindirên gazê û 28 jî bi sotemeniyê barkirî, bi tevahî 986 qamyon derbasî Xezzeyê bûne.
Hikûmeta Xezzeyê got, "Piştî agirbestê, tê texmînkirin ku herî kêm 6.600 qamyon alîkariya mirovî heta 20ê Cotmeha 2025an bigihêjin, lê ev hejmar li 986an ma."
Li gorî rêkeftina agirbest û pevguhertina êsîran, divê rojane 600 qamyon alîkariya mirovî bigihîştana Xezzeyê, lê heta niha bi navînî 89 qamyon gihîştine wir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker li Xezzeyê li ser 2.4 milyon Filistîniyan "birçîbûnê" ferz dike û herêm bi lezgînî hewceyî alîkariyê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di beşa xwe ya dawî de, bernameya "Ma Khafi A'zam" a televîzyona El Cezîreyê agahiyên deh hezaran leşkerên girêdayî hêza hewayî ya rejîma sîyonîst ku beşdarî qirkirina Xezzeyê bûne, bi raya giştî re parve kir.
Ji ber boykotkirina cîhanî ya li dijî berhem û şîrketên rejîma îşxalker ên ku piştgiriyê didin îşxalê, gelek şîrketan karên xwe kêm kirine.
Wezîrê Ragihandin a rejima sîyonîst Mîrî Regev, pêşnîyar ki rku bila cenazeyê şehîd Yahya Sînwar “were şewitandin”. Gotinên Regev, careke dinê zimanê nefret a rejima îşxalker anît ber çavan.