Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73.388 kesan
Hejmara şehîdên Filistînî li Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma sîyonîst di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştiye 73 hezar û 388 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 259 kesan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezzeyê, ku ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFAyê behs kiriye, di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin de hejmara şehîdan gihîştiye 73.388an, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 174.259an.
Di 24 saetên dawî de, cenazeyê şehîdekî ji nexweşxaneyên li Xezzeyê re hatiye şandin, di êrîşan de du kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku ji 11ê Cotmeha 2025an vir ve, li Xezzeyê 1.259 kes hatine kuştin û 4.148 kes jî birîndar bûne. Di heman heyamê de, cenazeyên 808 kesan ji bin xirbeyan hatin derxistin.
Hêna jî di bin kavilan û li ser rêyan de şehîd hene. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Daxuyaniya serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu ku dibêje axa Sûrîyê ya Girên Golanê ya îşxalkirî "axa me ye û ew ê her û her a me bimîne", û îddîaya xwe bi vegotinên dînî û dîrokî rewa dike, rastî rexneyan hat.
Rejîma sîyonîst Mizgefta Îbrahîmî li El Xelîlê, li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, bi hinceta cejnên Cihûyan ji bo misilman û mêvanan girt. Îşxalkerên ku ji bo vekirina wê ji bo niştecihan li dora mizgeftê tedbîrên ewlehiyê yên giran girtin, her wiha li El Xelîlê û derdora wê êrîşî malên Filistîniyan kirin.
Ji ber êrîşên ÎHAyê yên li dijî tesîsên petrolê ya li bajara Zeavîye ya Lîbyayê şewatek mezin derket.