Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.790 kesan
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 790 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 336 kesan.
Di 48 saetên dawî de 18 Filistîniyên din şehîd bûn û 38 kes jî birîndar bûn.
Hejmara şehîdên li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker zêde dibe.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê yên ku ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê behs kiriye, hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hatine kuştin gihîştiye 74 hezar û 790 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 336 kesan.
Ji 11ê Cotmehê ve ku agirbest dest pê kir, hejmara Filistîniyên ku ji ber êrîş û îxlalkirinên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 1720an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 6 hezar û 201 kesan.
Li gorî agahiyan, piştî agirbestê, hejmara cenazeyên ku ji bin xirbeyan hatine derxistin gihîştiye 854ê.
Çavkaniyên tenduristiyê diyar kirin ku gelek şehîd û birîndar hêna jî di bin kavilan de û li ser rêyan in. Hat ragihandin ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê ji ber kêmbûna çavkaniyan di gihîştina van kesan de zehmetiyan dikişînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Moskovaya paytexta Rûsyayê çar wesayît li hev ketin, di encama qezaya zîncîrî de 5 kes birîndar bûn.
Li wîlayeta Qunar a Efxenistanê li malekî nêzê dibistanekî seretayî teqîn pêk hat, di encamê de 7 kesan canê xwe ji dest dan, 97 kes jî birîndar bûn.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku du tankerên petrolê yên ku hewl didan bi rêyeke bê destûr ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, li mayinên behrê ketine û di encamê de teqîn û agir pêk hatine.