Li Efxenistanê li nêzê dibistanê teqîn: 7 mirî, 97 birîndar
Li wîlayeta Qunar a Efxenistanê li malekî nêzê dibistanekî seretayî teqîn pêk hat, di encamê de 7 kesan canê xwe ji dest dan, 97 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran, diyar kirin dibe ku teqemenîyên ku li malekî ji bo fealîyetên madenvanîyê hatibûn depokirin teqîyabin.
Hat îfadekirin ku teqîn li herêma Andar Ser a wîlayeta Qunar a Efxenistanê pêk hat. Di encamê de 7 kesan canê xwe ji dest dan, 97 kes jî birîndar bûn.
Mirovên birîndar ji bo bêne tedawîkirin ji Nexweşxaneya Herêm a Nangarharê re hatin rakirin.
Midûrê Çandî û Enformasyonê yê Wîlayeta Qunarê Samî-ul Haq Haqbîn, daxuyand ku teqîn, ji ber teqemenîyên ku ji bo fealîyetên madenvanîyê têne bikaranîtin hatine depokirin a li malekî ku li nêzê dibistanekî seretayîye qewimîye.
Hat destnîşankirin ku derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Moskovaya paytexta Rûsyayê çar wesayît li hev ketin, di encama qezaya zîncîrî de 5 kes birîndar bûn.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 790 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 336 kesan.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku du tankerên petrolê yên ku hewl didan bi rêyeke bê destûr ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, li mayinên behrê ketine û di encamê de teqîn û agir pêk hatine.