Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.392 kesan
Li Xezzeyê, ji êrîşên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 392 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 440 kesan. Ji dema ku agirbest ket meriyetê ve, 1501 Filistînî şehîd bûne.
Çavkaniyên ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bîlançoya nû ya êrîşên li ser Xezzeyê û rewşa birîndarên di êrîşên berê de eşkere kirin. Li gorî van hejmaran, hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hatine kuştin gihîştiye 74 hezar û 392 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 440 kesan.
Di 24 saetên dawî de 3 şehîd û 17 birîndar bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhastin. Hate diyarkirin ku yek ji şehîdan kesekî ku berê birîndar bûbû û di dema dermankirinê de miribû bû.
Ji dema ku agirbest di 11ê Cotmeha 2025an de dest pê kir, hejmara Filistîniyên ku di encama êrîş û bûyeran de şehîd bûn gihîştiye 1501î, hejmara birîndaran jî gihîştiye 5323an. Di heman heyamê de, termên 838 şehîdan ji bin xirbeyan hatin derxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên êrîşên qirkirinê yên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve li ser Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin gihîştiye 74 hezar û 396 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 449 kesan. Di 24 saetên dawî de 4 şehîd û 9 birîndar anîne nexweşxaneyan.
Bi rêya projeya "Her Roj Xwarinek" ku ji aliyê Weqfa Êtîman a li Xezzeyê ve tê meşandin, alîkarî ji zarokên êtîm û malbatên hewcedar re tê dayîn, û ev alîkarî alîkariya dabînkirina pêdiviyên xwarinê yên malbatên ku di şert û mercên dijwar de ji bo debara xwe têdikoşin dike.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf got, "Em hem şer dikin û hem jî mizakereyan dikin; ango ger pêwîst be, em ê bi hemû hêza xwe şer bikin û amadekariya xwe zêde bikin."