Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73 hezar û 384 kesan
Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên qirkirinê yên ku di 7ê Cotmeha 2023an de li Şerîda Xezzeyê dest pê kirin de şehîd bûn gihîşt 73 hezar û 384an, hejmara birîndaran jî gihîşt 174 hezar û 242an.
Çavkaniyên wezaretê ragihandin ku di 24 saetên dawî de cenazeyên du Filistîniyên ku di êrîşên li ser nexweşxaneyan de birîndar bûbûn û paşê mirine, hatine wergirtin û şeş kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê, tevî agirbesta ku di 11ê Cotmeha 2025an de ket meriyetê jî, hejmara Filistîniyên ku li Xezzeyê hatine kuştin gihîştiye 1257 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 4131 kesan.
Ji dema destpêkirina agirbestê ve, termên 806 kesan ji bin xirbeyan hatine derxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Klûba Esîrên Filistînî ragihand ku qedexeya hêzên îşxalker a serdanên malbatê ji bo esîrên Filistînî astengiyek li pêşiya çavdêriya derve li girtîgehan diafirîne, rê li ber berdewamiya îşkence, birçîbûn û polîtîkayên "kuştina hêdî" vedike.
Her çend tê gotin ku di danûstandinên di navbera Îran û Ummanê de ji bo vekirina Tengava Hurmuzê pêşketin çêbûye jî, li Washingtonê endîşe hene ku zêdebûna şer dibe ku encamên nexwestî hebin.
Libnan û rejîma sîyonîst, di hevdîtinên ku bi navbeynkariya Emrîkayê li Romayê hatine kirin de, welatên ku dikarin leşkeran bişînin Libnanê ji bo çavdêriya bêçekkirina Hîzbullahê, navnîşek kurt çêkirine.