Ji teref îşxalkeran ve tecrîd: 9.400 esîrên Filistînî ji hevdîtina bi malbatên xwe re tên astengkirin
Klûba Esîrên Filistînî ragihand ku qedexeya hêzên îşxalker a serdanên malbatê ji bo esîrên Filistînî astengiyek li pêşiya çavdêriya derve li girtîgehan diafirîne, rê li ber berdewamiya îşkence, birçîbûn û polîtîkayên "kuştina hêdî" vedike.
Li gorî klûbê, di girtîgehên îşxalker a sîyonîst de 9.400 esîr hene.
Klûba Esîrên Filistînî li dijî biryara rayedarên sîyonîst a ji bo dirêjkirina qedexeya serdana malbatên esîrên Filistînî ji aliyê Wezîrê Ewlekariya Neteweyî Îtamar Ben-Gvîr ve, bertek nîşan da.
Klûbê diyar kir ku ev biryar ne tenê tedbîrek e ku rê li ber malbatan digire ku serdana sîran bikin, lê di heman demê de beşek ji sîyasetek sîstematîk e ku armanc dike ku hemû têkiliyên di navbera esîran û cîhana derve de qut bike û îxlalkirinên li girtîgehên dagirkeriyê ji lêkolîna navneteweyî dûr bixe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku nûkirina qedexeya serdanê girtîgehan vediguherîne cihên girtî ku tê de pratîkên wekî îşkence, birçîbûn, muameleya xirab, paşguhkirina tenduristî û "kuştina hêdî" dikarin berdewam bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Her çend tê gotin ku di danûstandinên di navbera Îran û Ummanê de ji bo vekirina Tengava Hurmuzê pêşketin çêbûye jî, li Washingtonê endîşe hene ku zêdebûna şer dibe ku encamên nexwestî hebin.
Libnan û rejîma sîyonîst, di hevdîtinên ku bi navbeynkariya Emrîkayê li Romayê hatine kirin de, welatên ku dikarin leşkeran bişînin Libnanê ji bo çavdêriya bêçekkirina Hîzbullahê, navnîşek kurt çêkirine.
Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên qirkirinê yên ku di 7ê Cotmeha 2023an de li Şerîda Xezzeyê dest pê kirin de şehîd bûn gihîşt 73 hezar û 384an, hejmara birîndaran jî gihîşt 174 hezar û 242an.