Hejmara mirîyên erdheja bi pileya 7.7 li Endonezyayê gihîşt 20 kesan
Hejmara mirîyên erdheja bi pileya 7.7 li peravên Girava Flores a Endonezyayê gihîşt 20 kesan. Erdheja bihêz bû sedema hilweşîn û zirara gelek avahiyan, û ji ber hişyariya tsûnamiyê li deverên peravê valakirin hatin kirin. Hişyarî paşê hate rakirin.
Hejmara qurbaniyên erdheja bi pileya 7.7 ku li peravên Girava Flores a li parêzgeha Nusa Tenggara ya Rojhilatê Endonezyayê çêbû, gihîşt 20 kesan.
Zêdebûna qurbaniyan nîşan dide ku rewş li deverên ku operasyonên rakirina kavilan û lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, xirabtir dibe.
Di daxuyaniyên fermî yên berê de, Waliyê Nusa Tenggara ya Rojhilat Emanuel Melkiades Laka Lena ragihand ku 5 kesan canê xwe ji dest dane. Ajansa Rêvebiriya Karesatên Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) di destpêkê de diyar kir ku 1 kes miriye û 4 kes birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku di danûstandinên Tehran û Muscatê yên li ser Tengava Hurmuzê de, ku nêzîkî sê hefteyan e berdewam dikin, pêşketin çêbûye û nîqaş di atmosferek erênî û avaker de dimeşin.
Şansolyeyê Elman Friedrich Merz ragihand ku polês û leşker jî beşdarî hewldanên vemirandina şewatên daristanan li Elmanya dibin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê li ser hewldana Tirkîyeyê ya ji bo pêşîgirtina li êrîşên li ser bazirganiya behrê şîrove kir. Lavrov diyar kir ku Rûsya ne aliyê ku êrîşên li ser keştiyên sivîl daye destpêkirin e.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, anît ziman ku ew di demeke nêz de dixwaze ku Tengava Hurmuzê wek axa xwe îlan bike.