Hejmara kesên ku li Nîjeryayê ji ber nexweşiya tayê ya Lassa mirin gihîşt 268an
Li Nîjeryayê, hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Lassa ya ji heywanan derbasî mirovan dibe, îsal mirine gihîştiye 268 kesan.
Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Nîjeryayê ragihand ku tayê Lassa li wîlayetên cuda yên welat belav dibe.
Daxuyanî destnîşan kir ku di navbera 1ê Çile û 4ê Îlonê de hejmara nexweşên tayê yên Lassa li welat gihîştiye 1138an û hejmara miriyan ji ber vê nexweşiyê îsal gihîştiye 268an.
Vîrûsa Lassa heta sala 2025an li seranserê welat 190 kes kuştine.
Hikûmeta Nîjeryayê di 23ê Çileya 2019an de ji ber nexweşiya tayê ya Lassa rewşa awarte ragihand.
Ev nexweşî, ku bi rêya têkiliya bi feqê mişkan ve tê veguhestin, dikare ji mirovekî bo mirovekî din belav bibe û bibe sedema tayê xwînrijandinê yê kujer. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Xezzeyê, ji êrîşên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 392 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 440 kesan. Ji dema ku agirbest ket meriyetê ve, 1501 Filistînî şehîd bûne.
Di êrîşa îşxalkerên sîyonîstan a li rojavayê bajarê Xezzeyê de ku li dijî apartmanek hatibû kirin, jinek şehîd bû û gelek Filistînî birîndar bûn.
Zêdetirî 130 îşxalkerên sîyonîst ên ku axên Filistînê desteser kirine, êrîşî Mizgefta Eqsayê kirin. Li gorî raporan, di dema êrîşê de, îşxalkeran gerên provokatîf kirin û rêûresmên dînî li hewşa mizgeftê pêk anîn.