HAMAS: Bersiva bi biryar a Îranê nîşan dide ku rejîma sîyonîst bê ceza namîne

Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzet er-Rişk tekez kir ku êrîşên mûşekî û bêmirov ên Îranê li dijî rejîma sîyonîst peyamek eşkere ye ji bo cepheya berxwedanê. Wî got: "Her kesê ku êrîş bike wê bedela wê bide."
Êrîşa mezin a Îranê ya bi mûşek û bê firokevan li kûrahiya rejîma sîyonîst şeva borî ji teref berxwedana Filistînê ve jî piştgiriyek xurt dît.
Endamê Buroya Siyasî ya Hemasê Îzet el-Rişk piştî êrîşê di daxuyaniyekê de got ku bersiva Îranê "peyamek edaletê hildigire ku wê bê ceza namîne".
Rişk got, "Tu bêrêzî bêbersiv namîne, tu êrîş bêceza namîne. Îranê bi vê êrîşê ev yek nîşanî hemû cîhanê da." û got ku êrîşa kûr û teknîkî ya pêşketî ya Îranê derbeyek giran li pergalên ewlehiyê yên rejîma sîyonîst da.
"Qubbeya Hesinî, HARP, Kevkanîya Dawûd: Hemû têk çûn"
Li gorî daxuyaniya Er-Rişk, bi dehan mûşekên rêberiya hûr û balafirên bêmirov ên çekdar (UCAV) bi derbaskirina pergalên parastinê yên rejîma sîyonîst bi serkeftî li hedefên xwe xistin. Sîstemên parastina hewayî yên rejîma sîyonîst ên wekî "Qubbeya Hesinî," "HARP," û "Kevkanîya Dawûd" nekarîn êrîşê rawestînin.
Her çiqas rêze teqînên mezin li herêmên hundirîn ên rejîma sîyonîst çêbûn jî, gelek hedef hatin lêdan, bi taybetî li herêma Tel Avîv, Negev, Heyfa û li bakur, li deverên wekî Tiberyasê.
Er-Rişk got, "Rejîma sîyonîst îro bi agirê ku bi salan e li ser gelên herêmê vêxistiye dişewite" û got ku ev êrîş ne tenê tolhildan e, lê di heman demê de hişyariyek e jî.
Er-Rişk got, "Bersiva Îranê ne tenê ji hêla leşkerî ve, lê di heman demê de ji hêla sîyasî ve jî peyamek bihêz e: Her kesê ku êrîşî herêmê bike dê encamên wê bibîne. Ev gava wêrek a Îranê îspat kir ku ew ê li hember dijmin bêdeng nemîne û gelên bindest ên li herêmê dê tu carî bi tenê nemînin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kinshasa, paytexta Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK), di lehî û hezaza erdê de ku ji ber barana zêde çêbû, 29 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 400î, hejmarê birîndaran jî gihaşt 128 hezar û 923 kesan.
Rejima îşxalker, li dijî herêmên cuda yên başûrê Libnanê êrîşan pêk anît.
Rejima sîyonîst, li Kirmaşanê Nexweşxaneya Farabîyê hedef girt. Di êrîşê de hat desntîşankirin ku nexweşxane zerarê dîtiye û mirovên ku birîndar bûne hene.