Hamasê li dijî îşxalkeran operasyon da destpêkirin

Tûgaya Qessamê ku baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê ye ragihand ku operasyona Bahoza Eqsayê li dijî rejîma dagirker a siyonîst daye destpêkirin.
Di encama operasyonê de di 20 deqîqeyên ewil de 5 hezar fuze hatin avêtin herêmên îşxalkirî. Tûgaya Izzedîn El-Qassam, ku şervanên xwe li bajarên başûrê dagirkirî yên li nêzî sînorê Gazzeyê bi cih kirin, got ku ew yek ji dirêjtirîn operasyonên salên dawî dane destpêkirin.
Hat diyarkirin ku hejmareke zêde ya Şervanên Tugaya Qassam ketine qadên dijmin.
Her wiha hat ragihandin ku hêzên berxwedanê keştiyeke siyonîstên îşxalker gulebaran kir.
Muhammed Deyfê Fermandarê Tugayên el Qassam derbarê mijarê de diyar kir ew operasyona bi navê Tofana Eqsa dane destpêkirine û ew bang li bireyên xwe li Cezayîr, Misir, Mexrîbê dikin destekê bidin wan û amade bin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Hundir û Ewlekariya Neteweyî ya Xezzeyê ragihand ku Serheng Ehmed el-Kudra, Serokê Micadeleya bi Tiryakê re û Endamê Konseya Fermandariya Polêsan, li Xan Yûnisê di êrîşeke asmanî de şehîd bûye.
Erdên Filistînîyên gundê Um Safaya bakurrojhilata Ramallahê, ji teref çeteyên Cihûyî û leşkerên îşxalkeran ve hatin xerakirin. Çeteyên ku erdekî sê donim bi buldozeran xera kir, bi dehan darê mêwan ji kokê rakirin, bîrekî jî bi axê tijî kirin.
Di êrîşên rejima îşxalker ên ku li bakurê Xezze û Xan Yûnisê hedef hat girtin de 3 kes ji heman malbatê tev de herî kêm 6 Filistînê şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst, ji bona ku dengê heqîqetê bibire dîsa çapemenîyê hedef girt. Rojnameger Hasan Abdul Fettah Îsleîh (Ebu’i-Abd) di Nexweşxaneya Nasirê ku tedawîyê didît de di encama êrîşê de hat şehîdkirin.