HAMASê biryara serbestberdana girtiyê du welatiyên Emrîkayî û îsraîlî girt

HAMASê ragihand ku di encama hevdîtinên xwe yên bi rêveberiya Emrîkayê re, ji bona ku 'agirbest bêîlankirin, deriyên Xezzeyê werin vekirin û gihandina alîkariyên mirovî were temînkirin, leşkerê êsîr Idan Alexander ê bi hemwelatiya dualî ya Emrîkayî-îsraîlî dê were berdan.
Di daxuyana ku li ser hesabê medyaya civakî yê HAMASê hatiye dayîn de, hatiye diyarkirin ku HAMAS di rojên dawî de bi destpêşxeriya welatên navbeynkar bi rêveberiya Emrîkayê re civiyaye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serbestberdana Idan Alexander, ku hemwelatiyê Emrîkayî û îsraîlî ye û leşkerekî ku li Xezzeyê êsîr e, ew ê "yek ji gavên ku ji bo pêkanîna agirbestekê, vekirina deriyên sînor ên ber bi Xezzeyê û gihandina alîkariyên mirovî werin avêtin" be.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew amade ne ku "dest bi danûstandinên dijwar bikin û hewlên cîddî bidin da ku bigihîjin rêkeftinekê ku dê şer bi dawî bike û girtiyan bi razîbûna hevbeş biguherînin".
Tevgera HAMASê ji bo hewildanên wan di tevahiya pêvajoyê de spasiya welatên navbeynkar Qeter û Misrê û her wiha Tirkiyeyê kir.
Serokwezîrê qaşo sîyonîst ê îşxalker Benjamin Netanyahu di civînekê de bi Komîteya Karûbarên Derve û Parastinê re got ku HAMAS dikare wekî nîşanek niyeta baş di serdana Donald Trump a herêmê de, êsîr Alexander, ku hemwelatiyê Emrîkayî ye, berde.
Kanala televîzyonê KAN, ku dezgeheke medyayî ya Îbranî ye, ragihand ku Îskenderê êsîrgirtî dê li hember ji nû ve destpêkirina gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê were berdan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Kalîmantana Rojhilata Endonezyayê ji ber barana zêde hezaz pêk hat û ax herikî, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Avichay Adraee, berdevkê erebî yê artêşa rejîma sîyonîst, ji xelkê sîvîl xwest ku ji sê benderên Yemenê yên di bin kontrola Ensarullahê de derkevin û îddîa kir ku ew "ji bo armancên leşkerî têne bikar anîn".
Qeter û Misirê biryara Hamasê ya berdana êsîrê Emrîkayî wekî "jesteke niyeta baş" bi nav kirin. Herdu welatan banga vegera danûstandinan li Xezzeyê ji bo agirbesteke berfireh kirin.
Li wîlayeta Bedexşana Efxenistanê di madenekî de hilweşîn pêk hat, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.