Hîzbullah: Hewldana îşxalkirina Başûrê Lubnanê hate pûçkirin
Hîzbullahê ragihand ku wan hewldana êrîşeke bejayî ya rejîma sîyonîst li başûrê Lubnanê têk biriye û di pevçûnan de gelek tankên Merkawa û wesayîteke leşkerî jî hatine îmhakirin.
Hîzbullahê ragihand ku hewldana yekîneyeke leşkerî ya rejîma sîyonîst ji bo pêşvebirina li başûrê Lubnanê hatiye pûçkirin, û piştî şerên bi saetan, ew yekîne neçar ma ku ji herêmê vekişe.
Li gorî daxuyaniyê, yekîneyeke ji 12 wesayîtên zirxî yên aîdî hêzên dagirker ji bajarê Şamayê, di herêma Wadî Hesen de derbas bûye û ber bi derdora bajarokê Mecdel Zun ê navçeya Sûrê ve çûye. Hate diyarkirin ku di dema tevgera yekîneyê de topên giran û teqemeniyên fosforê hatine bikaranîn.
Hizbullah ragihand ku yekîneyên wê yên pêşveçûyî bûne hedefa roket û topan, ji ber vê yekê ew neçar mane ku di destpêkê de paşve vekişin. Her wiha diyar kir ku li herêma Şamayê êrîş li ser leşker û wesayîtan hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên Hizbullahê bi mûşekên rêberkirî li du tankên Merkava xistine û li dijî yekîneyên ku hewl didan dîsa pêşve biçin, kemînek hatiye danîn. Hate gotin ku di pevçûnan de çekên sivik û navîn, û her wiha cebilxaneyên dijî-tank hatine bikaranîn, du tankên din jî hatine îmhakirin û hêza îşxalker neçar maye ku ber bi Tayr Herfa ve paşve vekişe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serleşker Abdullahî tekez kir ku helwesta bi biryar a gelê Îranê piştgiriyek herî xurt ji bo hêzên çekdar e.
Balafireke veguhastinê ya leşkerî ya AN-32 a Hêzên Hewayî li wîlayeta Assamê ya Hindistanê ket xwarê, di encamê de 5 leşker mirin.
Wezareta Karên Hundir a Sûrîyeyê ragihand ku li herêma Seydnaya ya gundewarê Şamê goreke komî ya sala 2014an hatiye dîtin. Tê bawerkirin ku di gorê de termên kesên ku di şerê herêma Qelemûnê de mirine hene.