Emrîkayê, keştîya ku bi ala Panamayê bû ku îddîa dikir diçû Îranê bi fuzeyan da sekinandin
Fermandarîya hêzên Navend ê Emrîkayê (CENTCOM) daxuyand ku ew bi sedema dorpêça behrê ya li dijî Komarîya Îslamî ya Îranê keştîya balhilgir a bi ala Panamayê ku navê keştîyê "Vela Nova" ye, bi du fuzeyên Hellfireyê dane sekinandin.
Li gorî daxuyanîya CENTCOMê, bûyer di 11ê Tebaxê roja Sêşemê li Kendava Ummanê qewimî. Hêzên Emrîkayê, sîstema rêdanê ya keştîya balhilgir a bi navê "Vela Nova" ya ku ala Panamayê li ser bû ku îddîa kirin ber bi benderên Îranê ve diçû û dorpêça wan dişkand xera kirin.
Hat diyarkirin ku helîkoptera ji tîpa MH-160 a Emrîkayê ji ber ku “hişyarîyên dubare” ya ku hêzên Emrîkayê ji murettebata keştîyê re kirine negirtine ser xwe bi 2 fuzeyên Hellfireyê daîreya makîneya keştîyê hedef girt. CENTCOMê diyar kir ku keştî piştî fuzeyan çûndina xwe ya ber bi Îranê ve dawî nekir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst Mizgefta Îbrahîmî li El Xelîlê, li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, bi hinceta cejnên Cihûyan ji bo misilman û mêvanan girt. Îşxalkerên ku ji bo vekirina wê ji bo niştecihan li dora mizgeftê tedbîrên ewlehiyê yên giran girtin, her wiha li El Xelîlê û derdora wê êrîşî malên Filistîniyan kirin.
Ji ber êrîşên ÎHAyê yên li dijî tesîsên petrolê ya li bajara Zeavîye ya Lîbyayê şewatek mezin derket.
Parlamentoya Lubnanê, pêşnûmeqanûna ku cezaya îdamê radike bi piranîya dengdayînê qebûl kir. Dema ku ev biryar bikeve merîyetê ew ê Lubnan bibe welatê ewil a ku li Rojhilata Navîn bi fermî cezaya îdamê radike.
Koreya Bakur, li dijî peravên behrê ya ku Emrîka û Koreya Başûr tetbîqata leşkerî pêk dianîtin fuzeyeke balîstîkî avêt. Artêşa Koreya Başûr îfade kir ku fuze ji 700 kîlometreyî zêdetir bûye û li dûrê Japonyayê ketîye xwarê.