Emrîkayê êrîşê dawetê kir: 5 mirî, 68 birîndar
Li herêma Kohestek a navçeya Sirik a li parêzgeha Hurmuzgan a Îranê, di êrîşeke Amerîkî ya li ser cihekî dawetê de, zêdetirî 15 zarokan birîndar bûn. Hejmara qurbaniyên êrîşê gihîştiye 5 kesan û tê ragihandin ku tev de 68 kes jî birîndar bûne.
Li herêma Kohestek a navçeya Sirik a li parêzgeha Hurmuzgan a Îranê, merasîmeke zewacê ji ber êrîşa Emrîkayê veguherî xwînrijandinê.
Li gorî raporên medyaya Îranê, êrîşa Emrîkayê li ser taxeke niştecihbûnê ku merasîmeke dawetê lê dihat lidarxistin, pêk hatiye. Di êrîşê de pênc kes hatine kuştin, yek ji wan zarokek bû, û 68 kesên din jî birîndar bûne.
Hat îfadekirin ku di nav birîndaran de zêdetirî 15 zarok hene. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Roja Çarşemê li ser rêya Dahab-Nuweybaa li herêma Sînaya Başûr a Misrê, di qezaya otobusê de herî kêm 21 kes mirin.
Di êrîşên hêzên îşxalker ên li ser beşên bakur û navîn ên Xezzeyê de, 2 Filistînî hatin kuştin.
Serokkomarê Qibrisê Tufan Erhurman ragihand ku kavilên keştiya rêwîyan a ku li peravên Girne bin av bûbû hatine dîtin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.