"Emrîka heta ku 7 mercan bicîh neyne nikare baweriyê bi dest bixe"
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalibaf, li ser şertên ku ji aliyê Emrîkayê ve derbarê vekirina Tengava Hurmuzê de hatine pêşkêşkirin, got, "Emrîka heta ku 7 mercan pêk neyne, nikare baweriya Îranê bi dest bixe."
Qalîbaf tekez kir ku tehdîdên leşkerî û provokasyonên wê tesîrê li biryarên Îranê nekin, û got ku nekarîna rêveberiya Washingtonê ya bicihanîna wezîfeyên xwe yên di bin mutebeqeta têgihîştinê de bêbaweriyê zêdetir kiriye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a nîv-fermî Tasnim, Qalîbaf di hevdîtinekê de li Tehranê bi Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munir re diyar kir ku Emrîka di manevrayên xwe yên leşkerî yên li herêmê de di rewşek bêçare de ye û pêdivî ye ku gavên berbiçav bavêje da ku ji vê rewşê derbas bibe. Munir di çarçoveya têkiliyên xwe de bi Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezaî re jî civiya.
Di civînê de, Rezaî peyamên zelal derbarê çalakiyên nukleerî de dan, û bi awayekî bê guman diyar kir ku di tu şert û mercan de materyalên nukleerî yên dewlemendkirî ji Îranê nayên derxistin. Rezaî diyar kir, "Gel û rayedarên Îranê bi awayekî teqez biryar dane ku heya ku ji hêla Emrîkayê ve bawerî neyê damezrandin, danûstandin çênabin û divê şertên Îranê werin bicîhanîn."
Rêveberiya Tehranê bi biryardarî dubare kir ku ew ê li ser şertên ku ji bo çareserkirina krîza transîtê ya Tengava Hurmuzê danîne tawîzê nede. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Têkiliya di navbera Azerbaycan û rejîma îşxalker a sîyonîst de wekî yek ji hevkariyên herî neasayî, kûr û stratejîk ên cîhanê di navbera welatekî Îslamî û sîyonîstan de tê dîtin. Ev girêdana di navbera her du aliyan de li ser sûd/berjewendiyên hevbeş û, bi awayekî nisbî, "fikarên ewlehiya herêmî" hatiye avakirin.
Li herêma Refahê ya başûrê Xezzeyê, hêza Radî ya girêdayî berxwedanê ragihand ku wan komeke çekdar a ku bi rejîma îşxalker re hevkariyê dike kemîn çêkiriye. Li gorî agahiyan, di operasyona li Mawasî Refahê de kuştî û birîndarên koma hedefgirtî çêbûne.
Li Yewnanistanê, xwendekaran li Meydana Syntagma ya Atînayê ji bo balkişandina ser bilindbûna fîyetên kirê û lêçûna bilind a jiyanê çalakiyek konî li dar xistin.