Dostaniya bi Emrîkayê re li vir bi dawî dibe: Ew berdewam dike ku hevalbendên xwe yên Efxenî dersînor bike
Li gorî agahiyan, rêveberiya Emrîkayê plan dike ku zêdetirî 150 koçberên Efxenî yên li welat bi rêya Pakistanê vegerîne Efxenistanê. Di nav kesên ku tê texmînkirin werin dersînorkirin de xizmên kesên ku piştî ku Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê di sala 2021an de desthilatdarî girt destê xwe ji welat reviyane û li kêleka hêzên Amerîkî xizmet kirine hene.
Plana nû ya dersînorkirinê ya rêveberiya Trump di nav Efxenan ku berê bi hêzên Amerîkî re hevkariyê dikirin de fikaran derxistiye holê. Li gorî New York Times, bi dehan koçberên Efxenî li Louisiana di bin çavdêriyê de ne, û tê texmînkirin ku yekem sefera dersînorkirinê di demek nêzîk de pêk were.
Sean VanDiver, serokê AfghanEvac, rêxistineke leşkerên kevin ên ku piştgiriyê didin Efxenîyan, diyar kir ku hinek ji wan kesên ku bi dersînorkirinê re rû bi rû ne, xwişk û birayên Efxenîyên ku li kêleka hêzên Amerîkî xizmet kirine ne.
VanDiver bang li Kongreya Emrîkayê kir ku qanûnek derxîne ku ew ê ji Efxenîyan ku li welat dijîn re statuya parastina demkî bide, û pêşî li dersînorkirina wan bigire. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên îşxalker hebûna xwe ya leşkerî li deverên niştecihbûnê yên El Xelîlê zêde dikin. Êrîşên li ser bajêr di roja nehan de li pey hev berdewam dikin.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara kesên ku ji ber şewba Ebolayê mirine ji 5 hezarî derbas bûye, her wiha hejmara kesên bi vîrusê ketine jî ji 10 hezarî derbas bûye.
Hejmara şehîdên êrîşên qirkirinê yên li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 74 hezar û 594an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 834an. Di 24 saetên dawî de 6 şehîd û 26 birîndar anîne nexweşxaneyan.