Di êrîşa li Balafirgeha Riyadê de 12 kes hatin kuştin û 309 kes birîndar bûn
Di êrîşekê li Balafirgeha Navneteweyî ya Qiral Xalid li Riyadê de, 12 kes hatin kuştin û 309 kes birîndar bûn. Koalîsyona ku piştgiriyê dide Konseya Serokatiyê ya li Yemenê ragihand ku ew ê li dijî êrîşê bersivê bide.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Erebistana Siûdî nasnameya 12 kesên ku di êrîşa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Qiral Xalid de canê xwe ji dest dane eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, di nav kuştiyan de çar welatiyên Erebistana Siûdî, her wiha kesên ji Bangladeş, Emrîkayê, Misir, Urdun, Sûrîye, Filistîn û Sûdanê hene.
Hat ragihandin ku di êrîşê de 309 kes birîndar bûne. Xebat ji bo nirxandina zirara madî ya li balafirgehê berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Buroya Sîyasî ya Hamasê Basim Naîm diyar kir ku ew tehdîdên kuştinê yên li dijî serokê tevgerê yên ji aliyê qaşo Wezîrê Parastinê yê rejîma îşxalker îsraîl Katz ve hatine kirin, bi ciddî digirin û got ku ev tehdîd di heman demê de wekî propagandaya hilbijartinê jî têne bikaranîn.
Rayedarên Pakistanî piştî ragihandina rewşa awarte û danîna herêmê di bin desthilata walîtiyê de, serokwezîrê wîlayeta Xeyber Pextûnxwayê Suheyl Afridi, û çend wezîrên kabîneya wî girtin.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî û hevkrê wî yê Siûdî Feysel Bin Ferhan di pêwendiyeke telefonî de li ser şerê li Yemenê axivîn.
Di êrîşên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve li deverên cuda yên Xezzeyê hatin kirin de 5 Filistînî şehîd bûn.