Deh roj piştî felaketa li Nepalê, kesek din jî sax hate rizgarkirin
Piştî lehîyên wêranker ên li Nepalê di 26ê Tebaxê de ku bûn sedema mirina zêdetirî 1300 kesan, welatiyekî Çînî 10 roj şûnda ji tunelekê hat rizgarkirin.
Artêşa Nepalê ragihand ku welatiyê Çînî yê bi navê Lu Haitao ji tunelek 225 metreyî ya di Projeya Hîdroelektrîkê ya Jorîn a Trishuli-1 de sax hatiye rizgarkirin. Li gorî agahiyan, Lu kesê sêyemîn e ku sax hatiye rizgarkirin.
Rayedar texmîn dikin ku piştî felaketê dibe ku nêzîkî 900 kes di tunelên herêmê de asê mane. Roja Înê, du kes ji tunelek din a Santrala Hîdroelektrîkê ya Jorîn a Trishuli-3A li ser heman çem hatin rizgarkirin.
Hat ragihandin ku Lu ti birînên wî yên xuya tunebûn, nîşanên wî yên jiyanî stabîl bûn, lê nîşanên sivik ên hîpotermiyê nîşan didan. Karkerê rizgarbûyî bi helîkopterê bo nexweşxaneyek leşkerî hat veguhastin. Di wêneyan de tê dîtin ku Lu westiyayî û şaşwaz xuya dike, di nav heriyê û tozê de ye û ji hêla personelên bijîşkî ve tê dermankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî raporê, piştî belavbûna agahiyên derbarê kêmbûna cebilxaneya leşkerî di dema şerê Îran-Îraqê de bo çapemeniyê, Fermandarên Hevbeş ên Emrîkayê derbarê nêzîkî 50 personelên leşkerî de lêpirsînê dikin.
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku bi nêzîkbûna zivistanê re, talûkeyên tenduristiyê yên ji bo Xezzeyên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve hatine koçberkirin zêde dibin.
Wezîrê Petrolê yê Îranê Muhsin Paknejad diyar kir ku beşek girîng ji rafineriyên petrolê yên ku di şerê ku bi êrîşên rejima Emrîka-sîyonîst a di 28ê Sibatê de li ser Îranê dest pê kir de zirar dîtine, ji nû ve hatine çêkirin.