Çeteyên Cihûyî li Ramallahê êrîşî erdan kirin

Erdên Filistînîyên gundê Um Safaya bakurrojhilata Ramallahê, ji teref çeteyên Cihûyî û leşkerên îşxalkeran ve hatin xerakirin. Çeteyên ku erdekî sê donim bi buldozeran xera kir, bi dehan darê mêwan ji kokê rakirin, bîrekî jî bi axê tijî kirin.
Çeteyên Cihûyî yên di bin parastina rejima sîyonîst de ne, li gundê Um Safaya Ramallahê ji talenekî nû re îmze avêt. Çeteyên ku bi tevî terorîstên sîyonîstan hatin gund, erdekî sê donim ku aîdê Filistînîyan e bi wesayîtên kar xera kirin.
Li gorî agahîyan li herêma “Cebel er-Ras”ê bi dehan darê mêwan ji kokê hatin rakirin. Çeteyan qîma xwe bi vêya neanîtin û bîrekî aîdê Xalid Allan jî bi axê tijî kirin.
Hat îfadekirin ku sîonîstan ev bû du hefteye ku nahêlin Xalid Allan biçe mala xwe. Mala Allan, li nêzê noqteya îşxalê ku sîyonîstan bi neqanûnî çêkirbûn e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Hundir û Ewlekariya Neteweyî ya Xezzeyê ragihand ku Serheng Ehmed el-Kudra, Serokê Micadeleya bi Tiryakê re û Endamê Konseya Fermandariya Polêsan, li Xan Yûnisê di êrîşeke asmanî de şehîd bûye.
Di êrîşên rejima îşxalker ên ku li bakurê Xezze û Xan Yûnisê hedef hat girtin de 3 kes ji heman malbatê tev de herî kêm 6 Filistînê şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst, ji bona ku dengê heqîqetê bibire dîsa çapemenîyê hedef girt. Rojnameger Hasan Abdul Fettah Îsleîh (Ebu’i-Abd) di Nexweşxaneya Nasirê ku tedawîyê didît de di encama êrîşê de hat şehîdkirin.