Bosna û Hersek ji bo hilbijartinên giştî hazirîyê dike
Li Bosna û Hersekê, ji bo partîyên sîyasî û namzedan kampanyaya hilbijartinên giştî yên 4ê Cotmehê dest pê kir.
Di çarçoveya dema kampanyayê de ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Bosna û Hersek (CIK) ve hatiye ragihandin, li gelek deverên welat, bi taybetî li paytext Sarayevo, afîşên ku wêneyên namzetan û propagandaya partiyên sîyasî nîşan didin hatine daliqandin.
Di hilbijartinê de, 3.414.364 kes di lîsteyên hilbijêran de qeyd bûn.
Ji bo Konseya Serokatiyê ya Bosna û Hersekayê 10 namzet hene: 4 ji bo kursiya Boşnaq, 3 ji bo kursiya Sirb û 3 ji bo kursiya Xirwat. Her wiha 12 namzet ji bo serokatiya Republika Srpska, ku yek ji du yekîneyên welat e, hene. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Petrolê yê Îranê Muhsin Paknejad diyar kir ku beşek girîng ji rafineriyên petrolê yên ku di şerê ku bi êrîşên rejima Emrîka-sîyonîst a di 28ê Sibatê de li ser Îranê dest pê kir de zirar dîtine, ji nû ve hatine çêkirin.
Di 24 saetên dawî de li Xezzeyê di êrîşên îşxalkerên sîyonîst de 8 kes şehîd bûn, bi vê yekê hejmara tevahî ya şehîdan ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve ku êrîşan dest pê kirine gihîşt 73 hezar û 470î.
Hîzbullaha Lubnanê îddîaya rejîma îşxalker a kontrolkirina girê Elî El-Tahir li başûrê welat red kir.