Berxwedan hebo hebo leşkerên sîyonîstan nêçîr dikin

Rejima îşxalker, ji destpêkirina qirkirina xwe ya li Xezzeyê digel 22 meh derbas bû lê dîsa jî leşkerên wî ji teref micahîdên berxwedanê ve têne kuştin û birîndarkirin.
Di pevçûna ku li Şerîda Xezzeyê derket de efserek û leşkerek birîndar bû.
Berxwedana Filistînê daxuyand ku li bakurê Şerîda Xezzeyê di pevçûnekî de efserek giran birîndar bû, leşkerek jî bi sivikî birîndar bûye.
Tûgayên Qessam diyar kiribû ku roja şemîya borî, li derdorê Stadyûma El Manasraya Taxa Zeytûnê leşkerên sîyonîstan û wesayîtan wan kiribûn nav kemînê û hedef girtibûn.
Tûgayên Qudsê jî di berdewamîya wê operasyonê de li dijî terorîstên sîyonîstan ku li nêzê Dibistana El Furkanê ne topên hewanê avêtin. Xeyn ji vêya balafireke keşfê ku ji bo îstîxbaratê dihat bikaranîtin jî ji teref micahîdan ve hatîye bidestxisitn.
Rejima îşxlaker, diyar dike ku ji destpêka êrîşa li dijî Xezzeyê vir ve 898 îşxalker hatine kuştin û 6 hezar û 196 leşker jî birîndar bûne.
Hamasê jî diyar dike ku ev reqem, reqema derewîn e û sîyonîstan reqemên rastîn nabêjin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera berxwedana Îslamî Hamas ragihand ku wan bersiva xwe ya ji bo pêşniyara agirbesta li Xezzeyê ji navbeynkaran re gihandiye.
Serokê Emrîkayê Donald Trump li Qesra Spî bi Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re civîya. Piştî civîna xwe ya dualî bi Zelenskiy re, Trump bi serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) re jî civiya.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 64an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 156 hezar û 573 kesan.