Araqçî bang li welatên Îslamî dike: Wexta wê ye ku biratiya rastîn were qebûlkirin
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî got, "Dema ku Misilman bibin yek, em dikarin rasterast bi her dijwarîyek ku ji hêla hêzên derve yên xerab ve tê çêkirin re rû bi rû bimînin."
Araqçî di parvekirineke li ser medyaya civakî de diyar kir ku hêzên çekdar ên bihêz ên Îranê amadebûn, şiyan û hêza xwe li dijî artêşa herî biha ya cîhanê nîşan dane.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî bang li herdu aliyan kir:
"Dema ku Misilman bibin yek, em dikarin rasterast bi her dijwarîyek ku ji hêla hêzên derve yên xerab ve tê çêkirin re rû bi rû bimînin.
Niha wext hatiye ku em tenê baweriya xwe bi xwe bînin û biratiya rastîn qebûl bikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî raporek Navenda Agahdariyê ya Filistînê, di navbera 31ê Tîrmehê û 6ê Tebaxê de, hêzên îşxalker û milîsên Cihû li Şerîaya Rojava li dijî Filistîniyan 1631 êrîş pêk anîn. Di encama van îxlalkirinan de 79 Filistînî birîndar bûn û 138 kes esîr hatin girtin an jî hatin desteserkirin.
Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê, ku ji teref Tirkîye, Erebistana Siûdî û Pakistanê ve hatiye îmzekirin, mekanîzmayeke hevbeş a astengkirinê di navbera her sê welatan de li ser bingeha prensîba "êrîşek li ser yekî êrîşek li ser hemûyan e" ava dike, di heman demê de çapemeniya navneteweyî peyman wekî nîşana ji nû ve şekildana hevsengiyên ewlehiyê li Rojhilata Navîn şîrove kiriye.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûrîyeyê daxuyaniya xwe ya berê ya ku digot di bombebarana mînîbuseke rêwiyan a li taxa Ceramana ya Şamê mirin hene de, sererastkirinek kir û ragihand ku di teqînê de ti qurbanî çênebûne.