12 esîrên Xezzeyê ji zindanên rejîma sîyonîst hatin berdan
Rejîma sîyonîst 12 Filistîniyên ku li Xezzeyê esîrgirti bûn berdan. Li gorî agahiyan, piraniya wan esîrên ku hatine berdan karker in û hatiye ragihandin ku esîr di girtîgehên sîyonîst de rastî îşkenceyên sîstematîk, muameleya xerab, kêmasiya xwarinê û şert û mercên nemirovane hatine.
Rejîma sîyonîst 12 esîrên Filistînî yên ku li zîvala Xezzeyê digirtin, serbest berdan.
Filistînî, ku piraniya wan karker û bazirganek bûn, bi rêya deriyê sînor ê Kerem Ebû Salim hatin berdan. Esîrên ku teslîmî ekîbên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî hatin kirin, ji bo kontrolên tenduristiyê birin Nexweşxaneya Nasir a li başûrê Xezzeyê.
Hinek ji wan kesên ku hatine berdan nîşanên westandina zêde, kêmbûna xurekê, û trawmaya fizîkî û psîkolojîk nîşan dan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi berdewamiya îxlalkirinên xwe, hêzên îşxalker ên sîyonîst ber bi gundewarê Quneytrayê ve pêşve çûn û malek girtin.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî ragihand ku ew bi navbeynkariya Emrîkayê danûstandinan dikin da ku êrîşên rejîma sîyonîst li ser welatê wî bi dawî bibin û xetên berî 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an vegerin.
Li Abujaya paytexta Nîjeryayê, ji ber hilweşîna avahiyek sê qatî du kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.