Îxlalkirinên agirbestê li Xezzeyê berdewam dikin
Rejîma îşxalker, digel agirbesta ku di 11ê Cotmeha 2025an de ketibû meriyetê, gule li Xan Yûnis û rojhilatê bajarê Xezzeyê reşand û başûrê Xan Yûnisê jî bi topan hedef girt.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku sibeha Şemiyê ji wesayîtên rejîma îşxalker ve gule li navenda bajarê Xan Yûnisê û herêmên rojhilat û bakurrojhilatê bajêr hatine reşandin.
Hat diyarkirin ku dema topbaran li başûrê Xan Yûnisê dihat kirin, balafirên bêmirov jî li ser bajêr firînên nizm pêk anîne.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê eşkere kir ku ji destpêka agirbestê ve di êrîşên rejîma îşxalker de hezar û 622 kes şehîd bûne û 5 hezar û 878 kes jî birîndar bûne.
Bi daneyên dawî re, ji 7ê Cotmeha 2023yan ve hejmara şehîdan derket 74 hezar û 653yan, hejmara birîndaran jî derket 176 hezar û 7 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku li Xezzeyê nêzî 950 hezar kesên koçber li herêmên ku talûkeya lehîyê li ser wan heye dijîn û 400 hezar ji wan jî di bin talûkeyeke gelekî mezin de ne.
Hikûmeta Elmanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna êrîşên Rûsyayê yên li ser binesaziya enerjî û avê, ew ê 200 milyon euro alîkariya zivistanê ya zêde bidin Ukraynayê.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, ew ê hefteya bê di çarçoveya Lûtkeya APECê de ku wê li bajarê Shenzhenê yê Çînê were lidarxistin, bi Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtineke sêalî pêk bîne.