Trump, Şî û Pûtîn dê li ser heman maseyê rûnin: Rojev çekên nukleerî û Îran e
Serokê Emrîkayê Donald Trump, ew ê hefteya bê di çarçoveya Lûtkeya APECê de ku wê li bajarê Shenzhenê yê Çînê were lidarxistin, bi Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtineke sêalî pêk bîne.
Di lûtkeya ku ji aliyê Koşka Spî ve hat ragihandin de dê kêmkirina çekên nukleerî û şerê li Îranê werin gotûbêjkirin. Ji ber ku Çîn ne aliyê pêvajoya muzakereyan e, ew ê mijara Ukraynayê nekeve nav rojeva hevdîtinê.
Tê çaverêkirin ku ji vê têkiliya yekem a sêalî ya di asta serokan de peymaneke şênber dernekeve. Lê belê rêveberiya Washingtonê vê hevdîtinê ji bo muzakereyên bêçekkirina nukleerî yên pêşerojê wekî destpêkeke girîng dinirxîne.
Trumpê ku ew ê roja Duşemê ji Fîlîpînan dest bi gera xwe ya Asyayê bike, dê roja Pêncşemê pêşî bi Şî Cînpîng re hevdîtineke dualî ya derbarê bazirganî û bacên gumrukê de pêk bîne. Trump dê piştî vê hevdîtinê bi beşdariya Pûtîn derbasî civîna sêalî bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku li Xezzeyê nêzî 950 hezar kesên koçber li herêmên ku talûkeya lehîyê li ser wan heye dijîn û 400 hezar ji wan jî di bin talûkeyeke gelekî mezin de ne.
Rejîma îşxalker, digel agirbesta ku di 11ê Cotmeha 2025an de ketibû meriyetê, gule li Xan Yûnis û rojhilatê bajarê Xezzeyê reşand û başûrê Xan Yûnisê jî bi topan hedef girt.
Hikûmeta Elmanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna êrîşên Rûsyayê yên li ser binesaziya enerjî û avê, ew ê 200 milyon euro alîkariya zivistanê ya zêde bidin Ukraynayê.