Îşxalkeran li sê deverên cuda ketin başûrê Sûrîyeyê û dest danîn ser malên sivîlan
Siyonîstên îşxalker sê êrîşên bejayî yên cuda li deverên gundewarî yên Dera û Quneytrayê yên Sûrîyeyê kirin, û ketin nav wargehên sivîlan.
Êvara Înê, îşxalkerên siyonîst ji sê xalên cuda ve êrîşî wargehên li bajarên Dera û Quneytra yên başûrê Sûrîyeyê kirin. Di êrîşan de gelek wesayîtên leşkerî û dron hatin bikaranîn û malên sivîlan hatin lêgerîn.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA, hêzeke îşxalker ku ji heşt wesayîtên leşkerî û tankekê pêk tê ji herêma Tel Ebû Geysar ber bi herêma Wadî El-Reqqadê ya di navbera Quneytra û Derayê de ve çû. Ji wir, yekîne ketin bajarokê Cemla yê li rojavayê Derayê û di nav wargehê de bi cih bûn û malan girtin.
Di dema serdegirtinê de, hate ragihandin ku balafirên keşfê yên bêmirov ên aîdî hêzên îşxalker li ser herêmê difirin û leşkeran li gelek malan lêgerîn kirin.
Di destpêka heman rojê de, hêzeke din a îşxalker ku ji heft wesayîtên leşkerî pêk dihat, ket gundê Mariyye ya, li rojavayê Derayê. Li wir, leşkeran malan lêgerîn kirin, berî ku ji herêmê vekişin sivîlên ku derbas dibûn rawestandin da ku nasname û lêpirsînan bikin.
Piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, rejîma sîyonîst herêma tampon a Sûrîyeyê îşxal kir û îddîa kir ku Peymana Agirbestê ya 1974an betal bûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên îşxalker ên sîyonîstan li Nablusê malek dorpêç kirin û girtin, ciwanekî Filistînî esîr girtin. Di dema serdegirtinê de kurekî 14 salî hate lêdan û birîndar kirin.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Îranê ragihand ku seferên asmanî yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Îmaratê de, ku hatibûn sekinandin, vê hefteyê ew ê ji nû ve dest pê bikin.
Serokwezîr Zeydî tekez kir ku li derveyî saziyên dewletê çek nayên bikaranîn.