Proseya diyalogê bi komên çekdar ên li Iraqê re
Serokwezîr Zeydî tekez kir ku li derveyî saziyên dewletê çek nayên bikaranîn.
Hikûmeta Iraqê ragihand ku ew pêvajoyek diyalogê ya berfireh bi komên çekdar re dimeşîne. Serokwezîr Alî el-Zeydî diyar kir ku hebûna çekan li derveyî saziyên dewletê nayê qebûlkirin û ew armanc dikin ku welat bi tevahî serbixwe bibe.
Zeydî diyar kir ku divê komên çekdar ên ku di demên berê de di şerê li dijî terorîzmê de rolek lîstine, niha di bin sîwana dewletê de tevbigerin. Wî zêde kir ku "Konferansa Serweriyê" ya ku ji bo vê armancê were organîzekirin ew ê nîşan bide ku biryarên Iraqî tenê ji hêla Iraqiyan ve têne dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên îşxalker ên sîyonîstan li Nablusê malek dorpêç kirin û girtin, ciwanekî Filistînî esîr girtin. Di dema serdegirtinê de kurekî 14 salî hate lêdan û birîndar kirin.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Îranê ragihand ku seferên asmanî yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Îmaratê de, ku hatibûn sekinandin, vê hefteyê ew ê ji nû ve dest pê bikin.
Siyonîstên îşxalker sê êrîşên bejayî yên cuda li deverên gundewarî yên Dera û Quneytrayê yên Sûrîyeyê kirin, û ketin nav wargehên sivîlan.